a photo of Seîd Yûsif

Seîd Yûsif

Sê bira

Sê rengê bira hene Herkes zanê bê guman Bira nan û bira can Birayê wî tiştê han Bira nan dibê ji mal De bixwê rojê sê dan Xwe dikê kurê malê Bi sed bavî naghê wan Bi kebanîyê re dost e Êdî namînê mêvan Dostê sifra hazir e Her xwarin jê re derman Êrîş dikê xwarinê Tu di bê li wê ewe semyan Lê dostanî jê nayê Bira dost e bi ziman Rojkî tu kêm bikevê Wê bavê te bê wijdan heger xwarin nemînê Tu wî nabînî bi çavan Yek helbesta min heye Ser birayê tiştê han Ger bi te re bibê dost Ew rojekî ji rojan Wê bibê bi te re bira Te dî çavê wî geran Xwe dighênê jinê li mal Bi gotin û xeberdan Ger jinek bête nêzîk Kenî wek xuşk û biran Dikevê bawerîkê Wê ji xwer wê bikê nîşan Her roj wê bê bi diyarî Li wê malê bidê serdan Wê rojê hezar carî Xwe ji wa re bikê qurban ji xeyala wî dernayê ji tiştê gelek giran Li wê dibê koledar Ku hebî jinek ciwan Bimrê ew pîsê merdal Lê kevê topa terxan Êdî hevokên hêja Bo birayê dil û can Dema dest ew didê te Tu carî nadî xapan Bo te her canfida ye ji te navê mal û mewdan Her dem bi te re dijî Bi dil bi rih û sewdan Xweyî bîr û bawer e Nayê kirin bi zêran Ji bo te amade ye Ji dil xwe dikî rêzan Tu bikevê tengîyê Serî dihildê wek sîpan Her mêr xas û egît e Bi ol bi soz bi peyman Ê wilo bike bira Tu nabînê tu derdan Bila bi te re bira bê Tu car tu nabê poşman

Bêjebêje © 2015-2024