a photo of Seîd Yûsif

Seîd Yûsif

Serê min diêşê

Serê min diêşê Nizanim çima ji derdê evînê Yan ji kul û xema Ji xelkê were Ez dîn û har im Erê ez dîn im Lê dînê te me Ber xwe nabînim Tim dibê tarî Tu di kê ronayî Li vî bajarî Tu ji min dûrî Bo te ez diêşim Bê hiş dimînim Hêstir dibarî Li cem min rûne kab li ser kabê Tu ji min dûr î jixwe wiha nabê Ew pora dirêj Li desta bialînim Dixwazim carek Dil bi te şa bê Ez dînê te me Tu ji dil dernayê Derdê min giran e Dikevim tayê Rindê tu ji min re Derd û derman î Mirada min tu wî Li vê dinyayê

Bêjebêje © 2015-2024