Seîd Yûsif
Şêrgel
Pêşmerge ne pêşmerge ne
Hûn şêrgelê gelê me ne
Kurdistanê diparêzin
Bi ceng û xebat û hêz in
Em tev bi qurbana we ne
Em Kurd divin azadîyê
Ey piling û şêrê çîyê
Welat xwest tu can didîyê
Dijmin ne hemberî te ne
Hûn xwîna xwe dirijînin
Bo em serfiraz bimînin
Hûn tev şêrê devbixwîn in
Hêvîya min hûn bi xwe ne
Dijmin dev ji me nagerê
Navê ji welatê me herê
Lê serşikandî wê derê
Bo zanibin em Kurd hene