a photo of Seîd Yûsif

Seîd Yûsif

Serî deyne

Seri deyne li ser zenda Te biçava tîr li min da Takê rîhanê şkest Li ber bejna tey bitinde Min tu dî carek li tarê Û hê tu ji bîra min narê Te dil ber bi yek carê Te tîr li ser û bin da Bi gorî te xemrevîn Canê ev rihê şêrin Kanî weke te kanîn Şewqa tedaye gunda Bê te çi bikim ji zêra Ew qesr û qûnax pêre Tu heyva li nav stêra Keç li ber dibin winda

Bêjebêje © 2015-2024