a photo of Seîd Yûsif

Seîd Yûsif

Sêvê

Lê lê sêvê sêvê sêvê Ez bi xulam a dev û lêvê Ez pirr şa dibim difirim Gava tu tê mi t'axêvê Sêva min sêva xelatê Zerya min awir şewatê Her tûyî gula civatê Şeva tarî stêra şêvê Tu ji navê xwe şêrîntir î Min weke te nedîzerî Te na bînim dikim girî Şewqa te wek tava hîvê Carek te li min pirsî ba Ji evînê dil tijî ba Rih didim te min karîba Wa şerbeta piştî şîvê Sêva min ji dara sêva Mi jê hiskir bi darêva Min kes navêji te pêva Pordirêjê gaz û nîvê

Bêjebêje © 2015-2024