Skip to main content
a photo of Seîd Yûsif

Seîd Yûsif

Silav Da

By: Ciwan 146.2k BB · Top Contributor

Silav da min dest bi dest Pêre dilê min di xwest Min go ji tere dil û can Tev ji te re bi qurban Tu li tevî bûyî serbest Silav da destê min hejand Hiş û sewdanê min firand Wê nego min ev xort êşand Wê dî çavê min jê şikest Tu li rihê min serbestî Dil tu bibe bi wî destî Bimrim bibim çerm û hestî Baş wan destan bike darbest Tu xezala li berya jêr î Tirsim gava tu li min dinêrî Xweş e ku tu li dil biçêrî Weke mêrga bi newal û best

Bêjebêje © 2015-2026