a photo of Seîd Yûsif

Seîd Yûsif

Ti li alîkî yî

Tu bi xwe li alîkîyî Dunya tev li alîkî ye Tu ji rihê min şêrintirî Ê te ji min bistînê kî ye? Ji xwe bêtir min hij te kir Min rih û can li ser te kir Te dilê min parçe parçe kir Her parçekî li cîkî ye Rih ji te re dikim gorî Dilbirin im tu textorî Tu bixwe wekgula sori Her pelekî bi zerîkî ye Tu ji paya xwe dakeve Bo ev dilê min rakeve Tu çîroka hemû deva Tu weke gulperikî ye

Bêjebêje © 2015-2024