a photo of Seîd Yûsif

Seîd Yûsif

Tu bi hisnê

Tu bi hisnê bûyî bi nav û deng Tîre çava ew tên bi ceng Navêje min tîrê şewat Te ez kûştim qîza çeleng Lêvê te şekir dirêjin Gulyê te gelek dirêjin Mijgul li ser çava gêj in Dêm sor, sipî ev bû du reng Te nebînim ro li min meh in Derdê min ne neh û deh in Çavê tey reş pir fereh in Bera ji min ew nebin teng Min tu dî, dîn bûm ji wê rojê de Bi şev te dibînim di xewnê de Min dil da te xencer lê de Bike rehmê li min bû dereng

Bêjebêje © 2015-2024