a photo of Seîd Yûsif

Seîd Yûsif

Wer em dila

Were em dila bi hev bidin Çawa tu jî herê werê Her wê çavê te li min bê Her tu wê li dûv min bigerê Divê tu nekî gazina Ev derdê min pirr mezin e Çi tiştê bê serê min e Sebeb tu yî xweş esmerê Di dil de agir û pêt î Nakim dengî ji fihêlî Berxê tu rewşa welêt î Miryê te me xizêmzêrê Kesî nedî derdê dila Wek min ji misilman û file Li ba min rûne û bişitexile Wê bihna min bi te derê Dilê min soz dayê te ye Sewdanê min bi te re ye Heya rojek 'emrê min heye Dil ji vê rê venagerê

Bêjebêje © 2015-2024