a photo of Seîd Yûsif

Seîd Yûsif

Were bi mêvanî

Ma rojekî tu rê şaş nakî dilê min Were carek mala me bi mêvanî Were xwe bi te mezin bibînim dilê min Were ez te bibînim tu rih û canî Ne pir maye ji min re bo te dîn bim Were cem min serikî bi giranî Derdê min giran in birinê min kûr in Ez evîndara te melo tu zanî Heya kengî wê halê min wilo bê Nexweşeka bê hal im tu derman î Li ba min rûne de ez hilma te bikim Were rûne li eywanê û li banî Cerg û dilê min te sotin bi evînê Ji dilê xwe dinalim tu bê gumanî Ka ew soz û peymanê te bi mire dan Kurko dîno zozek ne bû xuyanî Bi şev ranazim bi xem û xeyal im Hêstir dibarin weke av û kanî Gula li ber bihna te me ta ez heme Min navê tey şêrîn li ser dil danî

Bêjebêje © 2015-2024