a photo of Seîd Yûsif

Seîd Yûsif

Xanî

Ê' xanî li min vala bû Ew gava yara min winda bû Keç hemî bi min dikenîn Neyarê min bi min şa bû Ti çûyî te bi xwe re dil bt Cana min te ez hiştim li vir Kanî ew maçê wek şekir Zehrê min ji ber wa ziwa bû Ti çûyî te bi tenê hiştim Cana min tev de biriştim Evîna te ez dikuştim Ax ax mala min xira bû Dibakim bi dil şewatî Bi tenê mame li vî welatî Tu çûyî canê tu ne hatî Mejyê min tev de bela bû Ji ber çav xwe nede alî Dilê min bo te dinalî Keçê tu mi neke vî halî Rindê ma min wilo di va bû Weke dîna diçim û têm Sewdanê min va ma ye kêm Bêjin kanî sebra dilê min Ew ronîya va çava bû Dê were li ba min rûne Li nava gul û beybûna Birînê dil tev vebûne Bayê vê işqê nû rabû

Bêjebêje © 2015-2024