a photo of Seîd Yûsif

Seîd Yûsif

Xanim

Xanim xanimê wey xanim Ji vî navî pêve nizanim Va ezê bêm te bixwazim îşev li mala we mêvan im Em cîran in tu li hemberî Dilê min bûye du kerî Min tu dîbû roja berî Hêjî bê hiş û sewdan im Lê ew bavê te, te nadê Dilê min ji dev te bernadê Lê emê bighin miradê Ez bi xwe ê rojê giran im Tu ji min dûrî dimînim dîn Dil bi carek dibê btîn Wek gula av jê bê birrîn Ez bi derdê bê derman im Bera ji min nebin nextê Min ne êşînin bê bextê Lêv şekirê sing paytextê Li ber te ez bê ziman im

Bêjebêje © 2015-2024