a photo of Seîd Yûsif

Seîd Yûsif

Xerîb im ez

Xerîb im ez kesî nas nakim Bê heval im bê dost û birak im Kesek tune ez li cem rûnim Kes nîne vî dilî pê şakim Xerîb im ez li vî welatî Ev çi sal bû bi ser mi de hatî Di barkim ez pirr bi şewatî Dengê min naçê dengê kes nakim Welat nego çima çûyî Kurê te me dayika mi tu yî Ji te dûr bûm tu bêtir şêrîn bûyî Ta ez heme ti car te ji bîr nakim Welatê min tu biha û giran î Welatê min tu bûka cîhan î Felekê min bi vir de anî Ez yê ku xwe ji te dûr nakim Dixwazim tu herdem ava bî Tu dayîka xwenda û zana bî Azad im te serî hilda bî Ji xebatê re ez xwe kêm nakim

Bêjebêje © 2015-2024