a photo of Seîd Yûsif

Seîd Yûsif

Xezala kendala

Keç xezala kendala Ez bûm nêçîrvan Mame li dûv bi sala Bi tîr û kevan Li serê van tehta Dil dima reht e Min xezal negirt Bûm êsîr, kovan Xezala min gelek Ew dûr dibezî Ew nayê girtin Bi ax û xwezî Bimînim şiyar Şevên germ û sar Heye rojek ew Li min bibê mêvan Bê sebr û hedanim Û na cê ji bîrê Ma ez nêçîrvan im Diçim nêçîrê Ev demek dîrêj Mame kerr û gêj Ji destê min çû Çendî min xefk vedan

Bêjebêje © 2015-2024