a photo of Seîd Yûsif

Seîd Yûsif

Xwe neveşêre kubar

Xwe neveşêre kubar ser rûkê hêlîn e Tu pir delal î canê rûyê te zêrîn e Tu rû qirmizî, wek sêvê Xelatê Tu xeber şekir î, lêvê te hungivîn e Ro li min bûne sal bo te şêrîn yarê Dil dike nale-nal derman bik kubarê Zerya min çawxezal tûyî bûka tarî Brînê min gelek kûrin tu wer bikewîne Çavê min bûne newal tu bes min bigrîne Ez ne xerîb im kubar xortekî gundî me Ez evîndar im bawerke ez ne xwînî me Çavêm qerimîn ji te bê hêvî me Brînê’m gelek kûr in tu wer bikewîne Xwe neveşêre kubar ser rûkê hêlîn e Tu pir delal î canê rûyê te zêrîn e Tu rû qirmizî, wek sêvê Xelatê Tu xeber şekir î lêvê te hungivîn e

Bêjebêje © 2015-2024