a photo of Seîd Yûsif

Seîd Yûsif

Yabo çi çav

Yabo: Çi çav li ser te ne Newêrim li te binêrim Te ez kirim reben e Yanî qaşo ez mêr im Yabo: Ê go li te binêrê Tu wê li dilê wî biçêrê Ji derda xizêmzêrê Hew karim bijmêrim Yabo: Bi çava tu dimeyzînê Tu çokê min dişkînê Dil pirr lê dixînê Berê xwe dighêrim Yabo: Gava tu xuya nakê Dil wek dîna dibakê Tu carek dil şa nakê Ez wî bi te dispêrim Yabo: Ji kula nikam rabim Min divê bi te şabim Li kesî ewle nabim Û ez dil bi te dispêrim

Bêjebêje © 2015-2024