a photo of Seîd Yûsif

Seîd Yûsif

Zerya min

Zerya min bi nav û deng e Rû weke hevrişmê peng e Rind û can pirr dilovan e Kirasê lê bi sê çar reng e Bejna wê wek tayek rihan Kezyê wê wek fetlê maran Her ku ew ji min tê xuyan Bi min jê hatî û çeleng e Min wê dî sewdanê mim firand Dilê min li dûv xwe gerand Evîn di dil de wê çand Ez bûme miryê wê hingê Rû weke rojê û bidê der Ronî dikê ew seranser Memik bi hev re dikim şer Kember li wê noqa teng e Başe hê ez ne bû me dîn Kezeba min wê kirye xwîn Belê wilo xweşe evîn Dil bi hev re dikin ceng e

Bêjebêje © 2015-2024