the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Selman Omeryanî

Stargeha Min

Çavên te bûne stargeha min Dilê min xwe daye, ser evîna te Ez hêza xwe ji, dilê te distînim Tu yî keda min, tu armanca min Porê xwe berde neqeba dilê min Tiliyên zêrîn têxe dilê min Lehiya rake ji hinavê min Bila ronî bê, stargeha min Kenên te bûne qela dilê min Li ser serê wê tu yî ala min Bernadim bernadim tu yî doza min Tu yî keda min, tu armanca min Porê xwe berde neqeba dilê min Tiliyên zêrîn têxe dilê min Lehiya rake ji hinavê min Bila ronî bê, stargeha min

Bêjebêje © 2015-2024