the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Şemdîn

Eva Dunya

Eva dunya pir mezin e Têra me hemiya heye Çima çavê we bar nabe Qey tenê dunya we ye Em jî kurd in wek însana Mafê me jî lê heye Ji nav baxê gulan gul im Her gulê bêhnek heye Tev mirov in, tev însan in Her gelî û rengek heye Dest bidin destên hevdu da Kes ji kesî ne zêde ye Mil bidin milên hevdu da Salên xweş li pêşiya me ye Gazî dikim li dunyayê Hûn dizanin em kî ne Xwedyê dîroka kevnar in Zerdeştî û medî ne Em rêberê milleta bûn Çima navê me nîn e Ji nav baxê gulan... (Dîsgotin) Hezar sale li ser serê me Şer û cenga giran e Xêr û berê me tev birin Welatê me wêran e Hezar sale li ser serê me Şer û cenga giran e Xêr û berê me tev birin Welatê me talan e Ji ber wê ye gelê me jî Alên rengîn hildane Ji nav baxê gulan... (Dîsgotin)

Bêjebêje © 2015-2024