Şemoyê Hesen
Elîyo
Eliyo ho, Eliyo, Eliyê mi mêra mêrekî deloydîn e
Ez wî mêrî divînim rojê di qaymeqaymê giranî şîn gîte galê ser fena nav mila
dihejînim
Ez wî mêrî divînim rojê di qaymeqaymê girarî şîngîtegalê ser fena nav mila
dihejînim
Eliyo lawo ne mi go were meçe pêşiya lawê Pîr Mûsê
Lawê Pîr Mûsê mêrekî zor î bi zorbe ye
Ser pira Batmanê devê şûrê xwe heftê pênc zêra ji hev qetaye
De wê şûrekê tepa te xe heta bigre binê peniya te ye
Gava devê şûrê wî te venebe
Erê Xwedê wê de biqure, biqedîne, cûcika dilê Eliyê mi, loEliyo
Eliyo ho ho, Eliyo lo lawo, dilêm halê me alima
Hey lo lawo dilêm halê me alima
Bira xêrê nevîne lawê Pîr Mûsê şûrekê Eliyê Pûrto xistiye nizanim çima
De wê şûrekê Eliyê Pûrto xistiye nizanim çima
Lawê Pîr Mûsê digo, wez ocaxa şexê reş kim
Tu cara devê şûrê mi Eliyê Pûrto nedibû
Gelo çima neda, xercê xwe da erganê van cendirma
Eliyo ho ho, Eliyo lo lawo, konê Eliyê bira pir mezin e
Hey lo lawo, konê Eliyê bira pir mezin e
Êvar da komê elganu xwêdan jê kişîyane birîne
De wê êvar da komê elgana xwedanê cendirma kişiyane birîne
Eliyo lawo ne mi go, were meçe pêşiya lawê Pîr Mûsê
Lawê Pîr Mûsê berê da mala me dijmin e