a photo of Serhado

Serhado

03:30

Bêdeng e.. zû ye yan dereng e? Hiş ne yar e, dil jî ne leheng e Di tariyê de hertişt bêreng e Xwelî li herder e, çay şirgerm e Va şev li rojê digerê. Saet çende? Saet sê û nîv e lê xewa kê tê? Serê min dizîvirê bipirse ji yê tê Ro kin e, rê dirêje, nebirrîn bilêtê Hişê min digerê ez jî mame vêde Çi diparêzê, çi heye pişta têlê Ji me çi vedişêrê, kê dûrbînê dinêrê Kê wa disekinênê fîşê dibirrê bi kêrê Kê wa dihilbijêrê ser serê me didînê Gezek daye sêvê çi bi xwe re tînê? Peyva xweş dihesînê nizanê çi dibêjê Pirsan napirsê ji xwe re diherikê bi pêlê Niha têr e kar sibe re dihêlê Ser gorê bi bêrê kefena xwe dipêçê Ser kêlê navê xwe dinivîsênê Îro heye lê vê sibe çi bimînê? Tu ji xwe re raze. Serê xwe pê neêşîne Sê û nîv - Kê dirazê? Sê û nîv - Kê şiyar e? Kê dirazê kê şiyare, dinya şolî Li caman dinêrim hundirê wan tarî Kê zêde ne zindî yan mirî? Radibin ji gora komî dimeşin wek zombî Bê movik serê wan tewandî Çi diçê û tê di mejî de bûye çarşî Ji ber ku sax e nayê wateya ku dijî Marka li ser qumaş yanî nîşanî me didî Keviran dikirin diavêjin dibin hecî Ava xwezayî jî kirin ticarî Herkes maye cih fîyet jî firî Lê qîmeta wê dikevê piştî ku te kirî Biraderê mezin dibîne kê jê filitî Yê her î nêzî te ne yê dikin gilî Tu çi dixwînî, çi dikî, çi temaşe dikî? Bi çi xerc dikî dem û enerjî? Mamo ez şiyarim saet çar kêm e sîh Ma sedem ne diyar e? ne derman ne kafeîn Daxwazî û pirs e, ne tirs e, ne gilî Bersiva pirsan jî pirs e û qêrîn Bi giştî razan ma sê û nîv e sedem? Ew ê qaşo bargiran e niha radizê di xew de ye Çawa ber xwe nade dikeve, vala ma ye dever Rast dibêje şev e, dem jî dema xew e Hêz dibîne direve, di xew de paşa axa ew e Hê jî nafikirê çare nîne sê û nîv e saet Da ye bi erzanî, xwe rê te nade derew Zikê wî têr e di xew de têra xwe dikene Şiyarbûn e şer e va ye kesîtiya te li ber e Xewa belaş dane te tu raze tu yî ji bo wan berhem Temam tu bi pere yî, temam diranê te zer e Di xew re çû niha 03:30​e saet Gotin: Serhad Helexî, Ferhad Tunç Muzîk: K.O.B

Bêjebêje © 2015-2024