a photo of Serhado

Serhado

Ax

Ax min te çareke dî bidîta Tiştekî dî naxwazim Ji min bawer bike Soz ez ê vegerim Dîsa bêm cem te Min dîsa bihewîne Dîsa hembêz bike Min te li wir hişt û ez çûm Min bibexşîne Tu nizanî min çiqas Bêriya te kiriye Rojek nîne ku li te nefikirî me Warê hebûnê. Bê te ez kî me? Ax axa me Ax ax ax ax Ax axa me Ax ax ax Xwezî ez teyrek bûma Bifirîma ser çîya Ew gulîstana mêrga Carek dî min bidîta Xwezî baskên min hebûna Ez teyrek bûma Bê zincîr, bê sînor Azad bifiriyama Ezê vegeriyama Ax, welatê xwe Hêza te hîs bikira Li bin baskên xwe Daketama nav Dol û newalên te Serê xwe danîba Li ser çokên te Çavên xwe miçkira Bistanda bêhna te Tîna xwe biçkanda Ser kaniyên te Seranser firîm e Wekî te ti cih nîne Bêhempa bedewî Çav tenê te dibîne Herî û toza te jî Bi min şêrîn e Kaniya jînê. Bê te ez kî me? Ax axa me Ax ax ax ax Ax axa me Ax ax ax Xwezî ez teyrek bûma Bifirîma ser çîya Ew gulîstana mêrga Carek dî min bidîta Wek kulîlkek di nava vazo de Bi hesreta axa xwe Beyanî ber aso Benda koka xwe Li ber cama wan Bîyanî me Azad im qaşo Diçilmisîm Çawa bişkivim? Çawa hişk nebim? Dilbirîn e Bi êşa vê evînê Dûrî te, bê te Her nefesek axîn e Bêhna barûdê Dilên me dişewtîne Bûka cihanê Kî dîroka te dixwîne? Şerê giran e Ax sor e ji xwîne Me sond xwariye Di bin destê wan de namîne Tim serî rakiriye Di zehmetî û şînê Her bijî dayê Bê te em kî ne? Ax axa me Ax ax ax ax Ax axa me Ax ax ax Xwezî ez teyrek bûma Bifirîma ser çîya Ew gulîstana mêrga Carek dî min bidîta Min dîsa Amed bidîta Botan bidîta Serhed, Dersîm Mêrdîn bidîta Qoser û Nisêbîn Bazîd û Wanê Cizîr û Şirnex Elkê, Qilabanê Dehê û Licê Xelfetî, Pirsûs Gimgim, Erdîş Colemêrg û Gever Ranya, Diyana Qamişlo, Dêrîka Hemko Xinêre, Xakurkê Qendîl heta Garê Min carek jî Semsûr û Ûrmiyê bidîta Makû û Sinê Herder mala minê Her çem û çîya Her navend û navçe Ax. Cihê herî xweş li dinê Gotin: Serhad Helexî Muzîk: K.O.B

Bêjebêje © 2015-2024