a photo of Serhado

Serhado

Bajo

Tekeran bijdîne Hewa wan dagire Tu hedefê zanibî Tê riya wê bibînî Rê dirêje, dem kin e Bajo heta mirinê. Pêşiya xwe binere - Bajo Bajo Bê xwe nemîne - Bajo Bajo Rê dûr be jî - Bajo Bajo Dilê xwe bigihîne - Bajo Bajo Yek sanî Sifir heta sedî Tu zanî Tu ne bê hedî Lê ez kovî me Nabim kedî Ez im Serhedê ne serhed î A ferq nake tu li kû yî Tu ji kû hatî û tu kû de diçî Tu nikarî ji xwe birevî. Na Tu nikarî ji xwe birevî. Bi xwe re şer dike Bi xwe re li hev tê Şerê navxweyî naqedê Tê binkevî, serkevî Bikevî rabî Tê bigrî, tê bikenî, bikşînî êşê Em nizanin çi heye Li ser vê rêkê Em berê xwe bidinê Ka cihê xwe çêke Ji kerema xwe re Kemerê girêde Deng bilind bike Pêleka pêlê Pêşiya xwe binere - Bajo Bajo Bê xwe nemîne - Bajo Bajo Rê dûr be jî - Bajo Bajo Dilê xwe bigihîne - Bajo Bajo Sedem herdem ne diyar e Lê herdem sedemek li wa ye Yek siwar dibe Yek peya dibe Her yek ji wan Dersek da ye Baş e? Xirab e? Heval e? Neyare? Pak e? Saf e? Bi hesab e? Dûr be, nêz be Mesafê deyne, erê Divê tu mesafê deyne Bawerî dişkê Dil dimîne Xelk nayên guhertin Xwe bigihurîne Ji wan qere Darên keleka rêkê Wan jî derbas bike Di dû de bihêle. Çawa diajom Nebêjin min Yan deng nekin Yan siwar nebin Rê bidin nedin Vayê diçim Hûn nekevin pêşiya min Pêl kesî nakim Pêşiya xwe binere - Bajo Bajo Bê xwe nemîne - Bajo Bajo Rê dûr be jî - Bajo Bajo Dilê xwe bigihîne - Bajo Bajo Çavên min li armanc a Nanêrim li para Jiyan kin e Dinya mirin e Nefikre Bi ya dilê xwe bike Mazotê dagire Hedefê bigire Pêl frên neke Biçe biçe Carna kaş e Çep û rast e Rê jiyan e Tu şofêr be Cane cane Lê miqate be Emir diçe Bi qîmet dibe Bijî! Çend kêliyên mayî Sibe heye Bê garantî Aniha. Zindî zindî. Bajo! Hê tu nemirî Gotin: Serhad Helexî Muzîk: K.O.B

Bêjebêje © 2015-2024