a photo of Serhado

Serhado

Ber Bayê

Bersiv nêz e lê digerim li dûr Ma ez çi zanim bê lêhûrbûn? Di destek de mertal di destê dî şûr Şer dikim ji bo aşîtî û huzûr Şahî û şîn herdem tekoşîn Tê bîra te zaroktî bê birîn. Hertim kêf û xweşî? Ji diya xwe bipirse tu ji bo hertişt girî! Eger tu gav navêje tu nagihîje Eger tu şer neke tê binkeve Ger tu necerbîne tu fêr nabe Ger tu nepirse tu nizane Li pişta min nifirin Çav li min yê li pêşe Çiqas bilind bifirim Ewqas jî ketin diêşe Hê jî çavên te li min Qey jiyana te tune Pêşî li xwe binere A min bê ser û bin e Çawa radibim rûdinim Rîh dirêj e yan kin e Çima diaxifî ser min Jiyan jiyana min e Li pişta min nifirin Çav li min yê li pêşe Çiqas bilind bifirim Ewqas jî ketin diêşe Kî çi dibêje bila bêje Ez dive vê êşê vegerînim hêzê Ji bo pêşkevim derkevim ji rêzê Dilê min çi rê de min herim wêde Neseknim netirsim ser de biçim Heta serkeftinê çi ji min bê bikim Nêrîna te çi ye heya min jê tune Bi qenc û xirab aqilê min ji kîsî min e Li pişta min nifirin Çav li min yê li pêşe Çiqas bilind bifirim Ewqas jî ketin diêşe Ber bayê berê min li ber malê Serbilindim min li ber xwe da ye Ez im pelê direqisê li hewa ye Min çi da be hertişt hêja ye Min çi girt hemû dilê min de ma ye Spasdarim ew kêlî dîsa na ye Bigrim jiyanê bigrim dîlanê Dîwarê astengê bînim xwarê Bibînim cewhera wenda yê Vegerim bibim yek bi xweza yê Dilop bi dilop ber bi derya yê Dive bikaribim bi xwe. Ji bo bikarim bi dinya yê Li pişta min nifirin Çav li min yê li pêşe Çiqas bilind bifirim Ewqas jî ketin diêşe Namirê agirê çavê Diberiqê mîna tavê Wek pelê serê darê Direqisim ber bayê Gotin: Serhad Helexî Muzîk: Pascal Schoenenberger, Simon Hansson

Bêjebêje © 2015-2024