a photo of Serhado

Serhado

Çima Na

Dilê min te dixwazê ê te nexwazê Dûr û dirêj neke hema bêje na (nebê na, ha!) Lê eger bixwazê çima dilê min dihêlê? Li ba min ba çima nabe, çima na.? Ne sibê ne êvara, ji bîr nakim wan xeyala Xeniqîm, di nava çala wan çava de Keçê ma ev hal e? Li benda bersiva Bîstûçar seata bala min li ser whatsapp e Dinêrim li wêneyan, dîsa dixwînim peyama Lê nizanim bixwînim wan sinyala Sibata har e bê eyar e, îro germ e sibe sar e Melekek bê îman e, hem derd e hem derman e Yar e yan neyar e, ne diyar e, bê biryar e Em ma ne di mal de ji ber ku ma ye di nav de Ez hewa me, tune me ku neyêm li hesaba Lê hema dema hewce me.. çima na? Dilê min te dixwazê ê te nexwazê Dûr û dirêj neke hema bêje na (nebê na, ha!) Lê eger bixwazê çima dilê min dihêlê? Li ba min ba çima nabe, çima na.? Ma ji Xwedê natirsê? Çima li min napirsê? Hişê min jê nagerê, dilê min jê naqetê Pey ketim dîsa, dîsa digerim dora wê Bûm hingûlîska ser tiliya wê dizîvirê Dilê min narê şîvê, dilê min narê taştê Bê tehma vê evînê, bê dimsa nava mastê Biaqil e û dîn e, hem tehl e hem şêrîn e Gotinê wê şorin.. kî dilê wê hiştiye? Jê re sekinî me lê dereng tê weke trêna Min got çi? Wê got çi? Uf meyzêne Wallah nêta paqij e, ka wê şûrê daîne Min got sar e, min germ bike. Min negot bişewitîne Da me dû dû, dûvika wê dirêj e Zû rû nade, tiştekî bêje Wek moza ma me pê ve, şerbeta wan lêva Çav tenê lê ne, li bin dara sêva Lê digerim nava fala li civatên mitfaxa Nava dûmana cixara, çavan di fincana de Qehwa li ser qehwa dî lê xuya nake di nav de Wê çawa cêbe? (Xwedê zanê) Ew jî zanê çawa!? Çawa min kire kole û dilê min dagir kir Çawa min anî hole, hem jî dibê nizanim? Tu zanî çi dixwazim hê jî li benda bersiv im Ez dixwazim hembêza te bibe mala min Heya kengî ezê herim werim? Herim werim, herim werim, herim.. newim? Temam meyzê herim venagerim ha. Em binêrin tê çi bike ka, heydê bi xatirê te Min gotibû merheba ji te re? Dilê min te dixwazê ê te nexwazê Dûr û dirêj neke hema bêje na Lê eger bixwazê çima dilê min dihêlê? Li ba min ba çima nabe, çima na.? Gotin: Serhad Helexî Muzîk: Pascal Schoenenberger, Simon Hansson

Bêjebêje © 2015-2024