a photo of Serhado

Serhado

Dakevin Meydana

Tevda derkevin ji mala De dagirkin kolanan Taxa xwe nehêlin vala De dakevin meydana Tevda derkevin ji mala De dagirkin kolanan Taxa xwe nehêlin vala De dakevin meydana Ev ne filîme ew ber derî ne Em zanin kî ne, bê xweşî ne Bê xêr hatin, ne sekinîne Dibêjin agirin lê xwelî ne Heya wan jê nine Roj dizîne lê nefikirîne Raman azade ne girtîne Ser cihanê firîne bela bûne Kevoka spî ne, aşîtî ne Heya azadî nebîne, şaşîtiye Yan serhildan yan azadîye Çi biratiye? Dayika me digirîne Çav tarî ye, dil ronahî ye. Emîn be Vê bibîne hêrs û kîne, alozîye Me zeyif dibîne, bi Xwedê dîne Bi destê xwe xwe dixeniqîne Di qesra wî de paşah nine Nema! Wê dawî bîne Me bigrê, bi bikujê me naqedîne Bawer neke were biceribîne Naye rûxandin, xwe nexapîne Hîm sexleme stûnê bîne Komîne, em tevgerin bi yek enîye Herî bilinde asta vînê! Gel ê rizgar bike welatê êvînê Bi can û xwîne, jîn bi jîne Em bi bawerî ne, em bi hêvî ne Kes nikarê bawerîye bitefîne Şerê hebûn û tune bûn para me ye Derkeve qada bililîne Hebim, tune bim, hey sibe heye Sibe em li vir in, serkeftî ne We nepirsî ye, bersiv dayîn Mayîne, dinya alem dihejîne Diteqe, bibihîze dengvedane Em kurd in, em li va ne em nerevîne Me got aşîtî lê wûn şer dixwazin Werin, werin veger nine Em amade ne li deşt û çîya Li meydana raperîne

Bêjebêje © 2015-2024