a photo of Serhado

Serhado

Ev Çi Ye

Ez dibim Hiphop bi Kurdî, herkes şaş diminin Dibin çawa çêdibê, pişta stûyê xwe dixwirinin Ji dil çu serê min, derket ji devê min, xwe vala dikim Wexta fikir û hestên xwe ji we re dîyar dikim Ev kî ye, ev kî ye? Ez im Serhado We yeqin nekir lê çêbu 'eynî wek min ji we re got Ev çi ye, ev çi ye? Hiphopa heqiqî ye Serhado kî ye, kuro lawo ev çî ye? Ev e hiphop ye ez şanî dikim ji we re Herîkîye nav damara ji heşt û çara He şeş salî bûm min pantor ters li xwe kir Bi cilên gelkî ji min meztir min dest bi reqsa kir Divê em xwe pêşkeş kin, nû û cûda bi hemû rengî Ji deverna derdîkevin yên nebûn berî hingî Nebû DTP, nebû Med TV wî wextî Serhado, cara pêsî, Hiphop bi Kurdî Ev kî ye, ev kî ye? Ev çi ye, ev çi ye? Ev kî ye, ev kî ye? Ev çi ye, ev çi ye? Sêzde salî destpê kir, îro bîst û didû me Gelek tişt qewimîn lê ez 'eynî Serhado me Bi wan gotinên ji dilê min û bi mûzîka ji can Xewna min bû rastîya min bi Xewna Jîyan Ez ne ji bo te dibêjim, na ez ji bo te nasêkinim Ez diçim 'eşq û nefrêt tif dikim ji bo rehet bim Min ji me re vêkir derîye, mifte bi xwe re nebirîyê Ji bo carekî di nebêjin ev kî ye û ev çî ye Dengêk e millet dirake, denge bindestan Bi xeberên bi me'ane dîtinên xwe didim dest wan Belkî cara pêşî ye lê ev ne cara talî ye Yên vala vala ji heye, ew karê bêkarî ye Erê min ji te re got be ci armanca min e Ji bo fikrên xwe vala kim û sîyar kim rêxistine Ji bo tu kelikek bifikirî dixwazim çi ji te re bêjim Ev e Hiphop, bi gotinê serê te dihêjinim Ev kî ye, ev kî ye? Ev çi ye, ev çi ye? Ev kî ye, ev kî ye? Ev çi ye, ev çi ye?

Bêjebêje © 2015-2024