a photo of Serhado

Serhado

Ez Heme

Hertiştî berdidim Çavên xwe miç dikim Nefesek hildigirim. Ez hîs dikim ez li vir im Hîs dikim ez heme. Ez heme Heme ez heme. Ez têra xwe heme Ji xwe re nakim xema na ne kêmî we me Ji ber ku em ne tiştek in bê hevdû Qut nabin ji hevdû ser yek dinya ne li gerdûn Ajal, nebat, çem, çîya û însan Hingivê xelat, pir pîroz e jiyan Ji hev hez kin. Em tev yekin Em ne wek hev jî bin. Tevlî bin. Her yek bi rengê xwe werin Heydê em herin bila zanibin em li vir in Zanibin em rind in zanibin em serbilind in Reng bide der û dor bi dewsa mohra mor Destê me de ye xezîna bin keskêsor Mêr be, jin be, reş be, spî be Dirêj be, kin be, zar be, pîr be Kûsî, mûrî yan jî fîl be Hemû canên hez kirî ne Li derve lê nepirse. Li derve lê negere Qîmet bide xwe vê qîmeta te li te vegerê Tu bi xwe bersivî nav xwe bijî aşîtî Erê tu xweşikî nefikre wekidî Va ye tu dijî, tu heyî, tu li virî Dar û berî, tov û fêkî, pirpirîk û gûlî Av û masî, ew bi hemû şiklî tu yî Her yek bi rengek ahenga pirrengî Mêr be, jin be, reş be, spî be Dirêj be, kin be, zar be, pîr be Kûsî, mûrî yan jî fîl be Hemû canên hez kirî ne Tu ax î tu av î, bi hev re hunandî Agir û hewa yî.. huner î Çi reng î, çi qewm î, cins î yan ol î Heval tu can î, tu insan î Çima venekim deriyê dilê xwe ku ji min be Çima nefret bikim ê ku ne wek min be Ew mafê dikin bin pê, mafê min û te ye Dinya ya me ye têra me hemû ya heye Bes e ji te re, besî te ye Besî min e, besî me ye Dinya ya me ye têra me hemû ya heye Mêr be, jin be, reş be, spî be Dirêj be, kin be, zar be, pîr be Kûsî, mûrî yan jî fîl be Hemû canên hez kirî ne Gotin: Serhad Helexî Muzîk: Pascal Schoenenberger, Simon Hansson

Bêjebêje © 2015-2024