a photo of Serhado

Serhado

Ez Kî Me

Li kolanên bajarê Ewrûpa Bîna mezinin, mirov biçûk e Herkes pey nan e li bazar û sûkan Ser firtika şer dikin birçî wek çûkan Li kolanan di bin sîya avahiyan de Bi serê xwe meşiyam. Li cara serê xwe geriyam Geriyam li bersiva pirsan Min çavê xwe digerand Li derûdor dimeyzand Çima filan bêvan? Lê min bersivek nedît Ji nişke ve li rasta şivanek hatim Rûspî, sekinî li min nêrî Tenê pirsek ji min pirsî. Bêje tu kî yî? 1984 min çav vekir yekcar Zivistanek sar Bi birbir birçî, bi vîn û bi ar Mewîje qermiçî sor wek hinar Li Swêd ji dayik bûm lê ez ne swêdî me Dûrî welatê xwe li vanderan nîvî me Nîvrê û di navberê de Hem jî tije di herdu alî de Bi bawerî min got ez dikarim Ezê bikevim û rabim Min got qey hertişt dizanim Niha dizanim nezanim, nizanim Li bajaran bim jî ez gundî me Rast e li gund ez bajarî me Nasname çi ye? etîket nîne Çavan bibîne tê zanibe ez kî me Li xwe dinêrim di eynikê de Dipirsim ez kî me? Xwe nas bikim jî bi çavê te yekîdî me Darek ji mirov re çi ye? Kok e, şax e, gulî ye, sî ye? Êzinge, text e, yan kaxazek spî ye? Masa ye, kursî ye, yan jî derî ye? Ji bo çûkan hêlîne ji bo te tiştek dî ye Bi çavê xwe, xwe bibîne Hozanê xwe zanê dizanê Bersiv hebe vê di nava me de be Lê li bersivan nagere li pirsan digere Xwe.. di hunerê de vedişêre Navê te, emrê te çi ji me re dibêje? Her mirovek çîrokek dirêj e Kê ya te dixwîne? kê dinivîsîne? Tu xwe nas bikî tê nas bike Xwedê Gotin: Serhad Helexî Muzîk: K.O.B

Bêjebêje © 2015-2024