a photo of Serhado

Serhado

Gulên Gulistanê

Em keç in Keçê kurdan in Kulîlkê serê lawan in Bi hev re dirabin serhildanê Weke gulên gulistanê Xuşkê delalê, tu kulîka malê Rabe ji sikakê û dengê xwe rake Bi dengê te ye zelal dinyayê şiyar ke Çi ji te re bêjin nexe dilê xwe xem nake Nehêle tu kes pêl te bikin, serê xwe rake Nehêle zulma me ser serê te dewam ke Ne hezkirin e ko yek bibîne çi danê Iqrîdar e, ko ne bi xebera bi lêdanê Xuşkam azad be, xwe sist ke ji girêdanê Serbest rabe weka gulên gulistanê Canê canê nameşe bi vê jiyanê Keçên Kurdistanê bi hev ra rabin serhildanê Em keç in Keçê kurdan in Kulîlkê serê lawan in Bi hev re dirabin serhildanê Weke gulên gulistanê Ez fêm nakim, hûn çawa fêm nakin Ez çawa bidim fêmkirin, em çawa dinyê şiyar kin Nabînin ya naxwazin bibînin, jin bindest in Ji bo kontrol e ji destên wa da derkeve ditirsin Ka ji dil ji min re bêje, em ê çi winda kin Ko dayika te û xwişka te serên xwe bilind kin Eyb e bê em bi çi cavan li wan dinerin Keçên bava ne, xwişken bira ne, belkî jî bi mer in Dixwaze çawa ye te bibînim, yç min jî eynî binerin Hez we dikin tenê weka min newêrin bêjin Nesekinin, heqê xwe bistênin, bes bitirsin Zanibin hene birayên we ye destê we digirin Em keç in Keçê kurdan in Kulîlkê serê lawan in Bi hev re dirabin serhildanê Weke gulên gulistanê Bi rastî fihêt dikim ji va hereketên zilama Ji dêla fikir û hest, nefs dibake wana Ne çavê xelkê de ye, şeref û namûs dil de ye Ez ne melek im lê na, ez ne weka we me Û ne nermîn im, ji bo min eşqa xwe şanî da ye Xwiskam çi bibe, ji bo te ez li va me Tu zanî ez naxwazim ko ez dilê te bihêlim Ji wulo qusira min çi be efûkirinê digerim Divê em çavên xwe vekin û pel tu kesî nekin Divê em fêm bikin û bilind bikin qîmeta jin Divê keçên me serbest, zana û serbixwe bin Bi serhildana gulên gulistanê bi hev re dirabin Em keç in Keçê kurdan in Kulîlkê serê lawan in Bi hev re dirabin serhildanê Weke gulên gulistanê

Bêjebêje © 2015-2024