a photo of Serhado

Serhado

Hêvî

Aramî ji dûr ve li ber aso dixuye Ber ve diçin bi hêviya berbanga sibê Çav li rê, li riya ewlada Bi sala mitala li hêviyê ma me Dereng e ka li kû ma ye? Hema min carek bidîta. Ma vê çi bûya? Reqsa me ne reqsa kêfê ye Ne ya êşê ye, reqsa serkêşê ye Dewre dizîvirê, ne şîn e ne şahî ye Mirin û jiyan di destê hev de ne Ka kezeb, dil şewitî. Guneh min çi bû? Min her roj ji xwe pirsî Lê kê li dilê dê fikirî. Çavên min li rê, hêviya dîtina wî Tarî be, şolî be Ronî ye.. Berbanga sibê Berbanga sibê Ronî ye.. Berbanga sibê (dîsgotin) Aramî ji dûr ve li ber aso dixuye Ber ve diçin bi hêviya berbanga sibê Dixwazin dinya li ber me tarî bikin De em riya mala xwe wenda bikin Lê nikarin jê bibin kenê ser lêvê min Ez kurd im penaber jî bim Bi kenê xwe dinya ronî bike lawê min Rabe bibe bersiva pirsa min. Ez ê yekşemê kengî bibînim? Bi çarika spî hêstira ji rûyê te dibim Vê derbas be, nebê nabe Sed carî bikevî sed carî rabe Îro neye.. sibe heye Li hêviyê me.. wê rojek be Tê rojek bibînî Jiyanek azad li hêviya me ye (dîsgotin) Aramî ji dûr ve li ber aso dixuye Ber ve diçin bi hêviya berbanga sibê Va ye tê va ye tê wa yadê Wa yadê wa yadê va ye tê Gotin: Serhad Helexî Muzîk: Pascal Schoenenberger

Bêjebêje © 2015-2024