a photo of Serhado

Serhado

Kevoka Spî

Merheba heval hêvîdarim tu başî Em başin.. yanî teq û req e wek tu dizanî Rastî tehl be jî, jiyan e berdewam dike Ev çend sal çêbûn? dem li derve zû derbas dibe Ew dema çû yî xweş bû wele ji bîra min naçe Van salên dawî wek ku her barê giran ser kaşe Ez hinek dûrketim çi bikim ez jî zanim şaş e Dilê min hesas e barê êşê ranake Ewrûpa sar e, dûrî rastiya welat e Çavên min li vegere bû, mixabin rewş ne başe Ez jî hewl didim baş bibim ji bo pêş bixim xebatê Bi xwarin û xwendin dema min wilo derbas dibe Rewşa we çawa ye? ez kêmek fedî dikim Em di nav rehetiyê de derfetên xwe nabînin Hêvîdarim di demek nêz de em hev bibînin Silav û rêz ji hevalên gel te re jî dişînim Kevoka spî ye Dîlgirtiyê siyasî ye Berdêla azadiyê Baskên wê rehîn girtîne Fikrên wê bê qefesin Bê caxên hesinî ne Dîwaran bişkîne Rizgar bike bifirîne Merheba Serhad, başim, başbûna te dixwazim Silavên xwe ji te û ji malbata te re raber dikim Di nameya te de min hinek bêmoralî hîs kir Biqasî ku te nas dikim tu dikarî bibî bersiv Di derya hunerê de bibe dilopek jî Şewq bide derdorê bi xebatên xwe yê hunerî Tu hevalek xurt û bi hêzî dive moralê we li cih be Xeman nexwin vê çêbe aramî jî nêze Rast e êş heye jan û kul heye Lê ligel wê jî deskeftî û pêşketin heye Rast e zindan e di nava çar dîwaran de Em 24 saetan di nava berxwedanê de ne Lê li miqabilê wê moral di asta herî jor de ye Hevalên di oda min de têgihîştî ne Hinek bîst bîstûpênc salan di zîndanê de ne Pêşveçûn bi perwerdê, bi xebatê pêkan e Meriv dive xwe nas bike kêmasiyan neparêzê Di şexsê xwe de kesayetek nû biafirînê Di tariyê yê de çirûşkek pêxîne Û hêvî di dilê xwe de bihewîne Di şexsê te de silavan ji malbata te û welatiyên derdora te re dişînim Bi hêviya rojên xweş û azad li ser axa pîroz di bin şewqa rojê de em dîsa hevûdu bibînin Silav û rêzên bê dawî Gotin: Serhad Helexî Muzîk: K.O.B

Bêjebêje © 2015-2024