a photo of Serhado

Serhado

Lo Dilo

Em ketin dest neyaran, lo dilo, lo dilo Em man li bin dîwaran, lo dilo lo lo Em xistin nav zindanan, lo dilo lo dilo Gelek kuştin êvaran, lo dilo, lo dilo Ke me firot neyaran, lo dilo lo lo Baran ser me dibarî di demekî tarî Roj hat pey ewr e, me di ronahî Gel rabûye ji bo têkoşîna rizgarî Agir dan can, nikarin vemirinin arî Gel nesekinî, em he ji li berxwedanê Xwe bi hevra grêdane bi hedefa jîyanê Em şîyarbûna bi şîyarbûna serhildanê Hildin serên xwe, hildin ala Kurdistanê Ji mij û dûmanê roja welat diyar bu Ji koşa zindanê derîye aştî vebû çar parçe hebûn, em parçe parçe bûn Lê em ê bibin yek bi şoreşa serxwebûn îro dema demîke nû, duh ji bû dîrok Ronîya pêşeroj, bi wî awî qedî cîrok Bila bi dil, bi can, azad bifire kevok Bi can, bi xwîn, em tere ne ey serok Em ketin dest neyaran, lo dilo, lo dilo Em man li bin dîwaran, lo dilo lo lo Em xistin nav zindanan, lo dilo lo dilo Gelek kuştin êvaran, lo dilo, lo dilo Ke me firot neyaran, lo dilo lo lo Ez ketim destê neyaran, bindestîya leşkeran Min berdin ji destên wan yen bi xwîna însanan Kê şerefa xwe firot, kê ez firotim ji waran Ez xistim zindanê nav çar dîwaran êriş he dewam dike heta me heqê xwe sitand Naqedê heta ko me zulma dijmin şikand Naqede, hevîdariya me we nemirand We em şewitandin me ji heyfa xwe hiland U çek dan ser milan ji bo parastina gel Destê we da ye ko hun biguherin rupel Wan hestirên dayikan em bi xwe naxwazin bibînin Ne ye wan, ne ye me bira bibînin mirin Kurdistan em bin destê we da nahelin Lê bawerîya me ye em bi hev ra weka bira bimînin Em ê tola xwe hilînin heta ew roj hat Yan mirin yan azadîya welat Em ketin dest neyaran, lo dilo, lo dilo Em man li bin dîwaran, lo dilo lo lo Em xistin nav zindanan, lo dilo lo dilo Gelek kuştin êvaran, lo dilo, lo dilo Ke me firot neyaran, lo dilo lo lo

Bêjebêje © 2015-2024