a photo of Serhado

Serhado

Nabînim

Her saniya însanekê du’a dikê ji xwedê re Û kul û derê her însanî yê giranê jêre Dil di vebe weke kulîlka yek dikevê weke stêra Nan ji te re nane lê ji hinan re zêre Çavreşbûm dil şewitî ji dunyayê têre Rê da mirinê lê ji tirsa xwedê newêre Agir nemiriye tirs hêjî maye pê re Difikire jiyan mişka nameşê nav şêra Nabînê ronahî dest û çav girêda Nabîne evînê dil û can lêda Nabînê ne nabînê jiyan yeke Bese neke derdê berde çava veke Yek namirê ji van birînan namirê ji binî Bêje zorbe nezorbe tu jiyana min î Bîne bîra xwe derd hebê yan nebê Wekî deriyek asê dibê yekî dî divebê Sebira min li vir nayê jiyana dunyayê Nabînim bihayê ez nabînim hêjayê Cama xwe min dayê dibînim windayê Nabînim çawa yê destê min de mayê Sebir wî li vir nayê aciz bûye ji dunyayê Li hêviya mirinê ye xwe xistiye pêşiys sirayê Li vir mayê nake xwe xiraptir dibînê Lê tiştekê dî ji dêla derdê xwe nabînê Serê xwe li dîwara dixê feyde nabê Ne şerime tu bikî lê şerime ku tu nerabê Bifikire çi malê heye ne tu derde Bifikire tu çi dibêjê lê nebêje tu çi difikirê Va derda ji bîra xwe derxe jiyana xwe bike Rabe ji sikatê û serê xwe rake û bi kefa xwe tijîke Bes bêje bike Ti kes dî te ranake her kes xwe hildikişînê Ku ti ketî xwe rakê Bes dilê xwe bi agirê bişewitîne Ji erdê na rakê Sêva serê darê bêne Derî veke hêvî bike dûra xwe bibîne Ku ti nemirî bîra te hişkbibê ji birîna Nabînim çi ji min re nemayê Nabînim feqîr nabînim çewa yê Nabînim zarokê bircî Nabînim derdê yê dî Nabînim yê bindestî Ez nabînim yê perîşan Nabînim yê dilşikestî Nabînim jiyana xwe Nabînim çî ka xweş e Nabînim ka wext çawa diçe Nabînim nameşê Nabînim fikirê xwe Û weke xwe dimênim Ez nabînim ez korim Ne ez nabînim

Bêjebêje © 2015-2024