a photo of Serhado

Serhado

Robîn

Min pişt ewran dît heyva çardeh rojî Zîv xemilî bi yek nêrîn dil kelî Fûrî bi kenê wê yê şêrîn Şewata wê li can bû birîn Min Hêlîna Dila li ser wê nivîsand Guhdar kir çavên wê beriqîn Ji min re got li vir nema aramî Ezê biçim ro bînim, bînim azadî Ez hembêz kirim û girî. Çend deqa wilo ma.. berneda Min got ma tu emîn î? got erê Û bê dilê xwe destê min berda Benda te me ber bîrê Bêrî min dûr biriyê Em vegerin beriyê Em ro bînin Hey lo lo kuro nemaye ‏Bi rê ve meşka min qetiya ‏Şîrê min rijiya li zozana mame Nemaye ‏Êvare wext dereng e ‏Ezê biçim royê bînim ‏Li hêviya min nemîne ‏Sîwarê Hedbanê ‏Di dilê min de dilerzîne ‏Kê dizanê kengî ‏Çavê min çavê te bibîne ‏Qewlê me qediya ‏Nemaye ‏Azadiyê dihebînim ‏Bûka çîya me ‏Nextê min girane ‏Kelha me ji xelkê re maye ‏Mala me werane, talane ‏Ava bîrê jî nemîne Berim ber di bîrê de dimîne Ew roja li Amara naçê ji bîra min Bi hestiyarî dîsa vedigerim Di erebê de ew li kêleka min Cama xwe vekir û serê xwe derxist Ba li porê, çi xweşe wan kêliyan Destê xwe derxist wek ku firiya Bi destê dî destê min girt û keniya Li min nêrî û ji kêfa giriya Dibêjin cihê me winda ye Heskîfa me êdî nemaye Dibêjin tu şehîd ketî dîsa naye Şikefta me di bin avê de maye Şevek hat mêvana xewna min bû Hingî min nizanîbû çûye kû? Min vê nivîsand mûyê laşê min rabû Wek ku li ba min bû. Min destê te hîs kir li ser çengê xwe Nefesa te li pişt guhê xwe Stranên min tim bi hêvî ne Lê vê carê hestên min sêwî ne Benda te, benda me qetiya Tu gihîştî cihê xwe Ez hê jî rêwî me. Di bîra min de ew kêlî ma Ser sax e lê dil sar û hêmî ye Gotin: Serhad Helexî Muzîk: K.O.B., Masum Yiğit, Mehmûd Berazî

Bêjebêje © 2015-2024