a photo of Serhado

Serhado

Ser Te Re

Piştî ku tu ewqas mezin î Çima şerên te li dijî dijminên sivik in? Çima berê xwe nadî wan. Yên ku me diberdin hev? Qebe weke dîkan nameşê hêdîka Tu jî bibîne na naye bi dizîka Qurre wek pisîkan vedikê pêsîra Tevgera yê mîran pere nîne di berîk de Çendên weke wî ne, belalî ne ê bi wî re Jiyan filîme rola sereke ya wî ye Dûrî rastiyan dinya ya wî ye Kî heye kî nîne ne xema wî ye Çi bike mafê wî ye Ji xwe re bûye mafiya Ji xwe re nav çêkiriye Nav mehf kiriye Herkes li rêzê geriyan Herkes dibêje min bibîne Lê çiqas rast e ew rêza ku da ne te? Tu dibêjî weke min e Weke min, ne weke we Filîma di serê te de ye De bike weke xwe Tirs e? rêz e? ferqa wê heye Hema çi be asta te Li ser te re yek heye Tu wêrek î, xwe bawer î Erd û ezman ya te ye Tu xeter î, xwe natirs î Her li ser te re yek heye Tu dibêjî ezim ew dibêje ezim Her î bihêzim her î lezim Naqurpînim serbilindim Natirsim ez nemirdim Xwe dixapîne me dixapîne ne diyar e Na nafikre li encamên biryarên xwe Nafikre li ser hêstirên rûyê dayika xwe Bira! Bira! ka birayê te ha? Ku tu ketî meyzêne ka kî ma li pişta te Yê tu îro tîne serê me vê sibe bê serê te Rastî xav e, lewitî û tazî Em ser agirin sor dikin herdu alî Xwîna givaştî, goştê biraştî Tu li aramî digerî bi çavek vekirî radizî Ne pozbilindî na, ne belengazî Yê ji xwe bawer, bêdeng û mitewazî Dizanê ne îro, sibe jî heye Dizanê her li ser me re yek heye Tu nekî neke nebêje Tu bikî bike nebêje Rûne tê bişemitî Rûnê nerijîne Tehmûla wan necerbîne Xwe nejdîne. Tu yê ser xwe bibîne Kekê.. Tu namîne Kuçikê ku gez bike çima biewtê? Kesê ku zengîn be pere vedişêrê Kesê mezin difikrê karê mezin dike Ji xwe bawer be Nîşan nadê, çima bipeyvê? Navê te derketiye lê tenê bi xirabî ye Tu çû ye çi kiriye fiyeta wê nepirsiye Buha ye lê serê te hê li kevir neketiye Tu dibêjî te hestên xwe kuştiye Lê ne mirin e. Yê tu ji malbatê re hîs dikî hezkirin e Ka bipirse ma serê wan bi te bilind e? Bisekne, bifikre sî ya te ji te mezintir e Ji bîr neke her li ser te re yek heye Gotin: Serhad Helexî Muzîk: K.O.B

Bêjebêje © 2015-2024