a photo of Serhado

Serhado

Xewna Jiyan

[Hesen Şerîf] Bin tîrêjên rojê, yan bin baranê Em ê şiyar bibin ji xewna jiyanê Bin axa dinyayê yan bin ezmanê Em ê şiyar bibin ji xewna jiyanê [Serhedo] Jiyan ji xewna xwe şiyar bû, ji cihe xwe rabû Çû dest û rûye xwe şûşt, bi kêf û dilxweşî bû Rabû here xewna xwe bibîne, jiyan tî bû nîvê qedehê vala bû lê jê ra nîvî tijî bû Jiyan ruhe xwe da ji bo xwe bigihêne hedefê berîk belkî vala bû lê zengîn bû bi şerefê serbilind bû, eşqa jiyan ji her tistî zêdetir bû Bar jî çiqa giran bû, mil hê jê qawettir bû Bi çavên te jiyan yek e, bi yê xwe yekî dî ye Bi zehmetî rabû xwe gîhande serê çiyê lê hatin jiyan şiyar kirin, şiyar kirin ji xewna Xewn e jiyan, jiyan xewn e! [Hesen Şerîf] Bin tîrêjên rojê, yan bin baranê Em ê şiyar bibin ji xewna jiyanê Bin axa dinyayê yan bin ezmanê Em ê şiyar bibin ji xewna jiyanê [Serhedo] Jiyan ji xewna xwe şiyar bû, ji cihê xwe nerabû dirêjkirî fikirî bê çi standibû û çi dabû bi bi hebû, çi nebu, bê jê ra çi mabû Yê berê pê re li vir bû çû winda bû ku Serê jiyan ne sax e, miriye ji dilbirînan miriye ji bêriya, negere li miftên deriyan dibên ronahî ye û behr û ezman şîn e Lê behra kûr û ezmanê dûr reş û tarî ye Reş e weke çavên jiyan, reş e weke kezebê Bê dîtinê û bê fêmkirina sebebê Melekên mirinê, jiyan şiyar kirin ji xewnê Xewn e jiyan, jiyan xewn e! [Hesen Şerîf] Bin tîrêjên rojê, yan bin baranê Em ê şiyar bibin ji xewna jiyanê Bin axa dinyayê yan bin ezmanê Em ê şiyar bibin ji xewna jiyanê [Serhedo] Xewn e jiyan, erê jiyan xewn e Me ji rastiyê dûr dike, me dikişîne deverna Çi ferq e xewn û jiyan bi jiyana nava wan da Ferqa xewn û rastî weke tayekî zirav e Ko nebe xerabî wî wextî tuneye qencî Em nebînin tarî, em nabînin ronahî Xwedê jiyane dide û xwedê jiyanê dibe Wexta yek însan tê, yekî dî ji vir diçe Çi îro sax bibe wê sibe bi mirine biqede Te bi çi dest pekir, çi ji te tê, dive tu xelas bikî wexta tu ji xewa xwe şiyar bû û cavên xwe vekir Poşman nebe te çi kir, poşman be te çi nekir Ko roja tu hat, tu ji xewna xewê dîsa şiyar nabî Wexta ketî nava du keviran, dîsa narabî Wexta laşê te vala bû, wexta canê te diyar bû Wexta dilê te sar bû, jiyan ji xewna xwe şiyar bû [Hesen Şerîf] Bin tîrêjên rojê, yan bin baranê Em ê şiyar bibin ji xewna jiyanê Bin axa dinyayê yan bin ezmanê Em ê şiyar bibin ji xewna jiyanê

Bêjebêje © 2015-2024