Serhat Çarnewa
De Lorî
De lorî kurê min lorî
De lorî lorî kurê min lorî
Bavê te kuştin dayik bi gorî
Gernas û mêrxas divê tu negrî
millet ku sax bin nema tu dimrî
Bi xwîn nivîsîn li ser zinaran
Li vir nemaye ciyê neyaran
De lorî kurê min lorî
De lorî lorî kurê min lorî
Bavê te kuştin dayik bi gorî
Şêr û piling in hawîr dibazin
Doza me Kurdan serbest dixwazin
De lorî kurê min lorî
De lorî lorî kurê min lorî
Bavê te kuştin dayik bi gorî
Gotin: Cîgerxwîn
Muzîk: Şivan Perwer