the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Serhat Çarnewa

Hebû Tunebû

Hebû tunebû ax Hebû tunebû Welatek bêsinor Kurdistanek hebû Hebû tunebû ax hebû tunebû welatekî seranser Kurdistanek hebû Xewna Ehmedê Xanê Dilê Meleyê Cizîrî Tu helbesta Cigerxwîn Navê şirîn Kurdistan Binêre şareziyên xwe Binêre koşk û bircên xwe Mîtanî û Medên te Merwan û Şedadiyên te Kurmanc û Soranên te Zaza û Goranên te Kurdistan baxçê gulan Kurdistan stêrka şevan Hebû tunebû ax Hebû tunebû Welatek bêsinor Kurdistanek hebû Hebû tunebû ax hebû tunebû welatekî seranser Kurdistanek hebû Binêre deşt û çiyayên xwe Binêre gund û bajarên xwe Wêran kirin bax û baxçên te Şewitandin mal û dewlên te Qirkirin keç û xortên te Koçberkirin jin û mêrên te Kurdistan baxçê gulan Kurdistan stêrka şevan Gotin: Mehmet Gultekin Muzîk. Serhat Karakaş

Bêjebêje © 2015-2024