the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Serhat Çarnewa

Kawkubar

Bejin ziravê tu nazê, lê Gerden dirêj wek qazê Kember zêrê merezê, lê Were şênya me razê Lêv şîrînê şerbetê lê Gul sosina kûderê tê Ramûsanê bide min lê Tu min neke minnetê Kaw kubarê nermanê Birîna dil dermanê Kanê sozê te kanê Warê malam mêvanê Ez bedbextê bêmiraz lê Evîna te bûm îtmaz Tu kevotka kaw û nazê lê Bese neke delk û baz Bedewa çav kesperê Tenika pişt kemberê Sibê heta êvarê Hîvya te me zu werê Gotin: Işxanê Aslan Muzîk: Serhat Karakaş

Bêjebêje © 2015-2024