the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Serhat Çarnewa

Mîralî

Mîraliyê dostekî Kurte rimî qursikî Di gel xeriman hevrikî Mîralî hey Mîralî Beranê çarde salî Ji ber birîna dinalî Mîralî divê te metê Sîrî bîne xîvetê Sibê roja xiretê Mîralî divê te dayê Sîrî bîne belayê Sibê roja xezayê Mîralî solek kiro Kelotek ava kiro Navê şirîn pê kiro Gotin û Muzîk: Gelerî Herêm: Colemêrg Berhevkar: Cewad Besî

Bêjebêje © 2015-2024