the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Serhat Çarnewa

Roboskî

Lê lê cîran ax cîran Bibez cîran bigire wan destan Şewitîm cîran ji vê jana giran Dil perçe bûn ber çavê çiya Binya ezmanan qêriya xweza Qêrîna zarokan hawara daykan û bavan Agir ket van dilan sekinî xwîn herikiya Seva nanê vê êvarê Herimandin li me hemû jînê Bi dirûtî bi paşverûtî Barandin bombe li ser van zarokan Lê lê cîran ax cîran 34 tav heryek wek çira Li ber çavên cîhan demirandin cîran Çavê girî ezmanê tarî xençerek cîran Ma li ser vî dilî Qêrina zarokan hawara daykan û bavan Agir ket van dilan sekinî xwîn herikiya Seva nanê vê êvare Herimandin li me hemû jînê Lê lê cîran ax cîran… Gotin:Tara Mamedova Muzîk: Serhat Karakaş

Bêjebêje © 2015-2024