the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Serhat Çarnewa

Zeriya Min

Çûme Urfayê bi sosin e wax zeriyê me Hatim Urfayê bi sosin e wax zeriya min Van keçan dil girtine wax zeriyê me Van keçan dil girtine zeriyê me wey, tu delala Rihayê Riha maye di nav gulan ay ay ay zeriya min Riha maye di nav gulan ax zeriyê wey Gul danîne nav dila wax zeriyê me Gul danîne nav dila zeriyê me wey, hûn çavreşên Rihayê Zeriyê me bi şarê reş in ay ay ay zeryê me Zeriyê me bi şarê reş in wax zeryê me Kil ji çavan diweşin wax zeriyê me Kil ji çavan diweşin zeriyê me wey, hûn delalên Rihayê Wek bilbilan dengxweş in zeriyê me Wek bilbilan dengxweş in wax zeriyê me Kil ji çavan diweşin wax zeriyê me Kî dil didê serxweş in zeriyê me wey, hûn delalên Rihayê Dikim nakim nê rayê zerya min Dikim nakim nê rayê wax zerya min Pê re ketim belayê wax zeriya min Pê re ketim belayê zeriya min wey, tu çavreşa Rihayê Riha bê te ne xweş e ay ay ay zerya min Riha bê te li min nayê lê zeriya min Bê te sebra min nayê wax zeriya min Bê te xewka min nayê zeriya min wey, tu delala Rihayê Gotin û Muzîk: Gelerî Herêma Rihayê Çavkanî: Mihemed Arifê Cizîrî

Bêjebêje © 2015-2024