the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Serhat Ertuna

Bikene

Digerim li çîrokan Têm ji nava dîrokan Dibînim mirovên vê jiyanê Dinêrim li evînan Hemû derd li hev pêçan Dibînim tenê hestirê vê jiyanê Em welatê keseran Himbêz dikin kederan Wek eşqa Mem û Zîn in Dil di nava zîndanan Stranên şoreşiyê Tên lorîn bi hestiran Mîna dayikên şemiyê Bendewarê hêviyan Were were Were were Bikene û were Dilê xwe veke Xeman, jê derxe Bikene ji dilan Jibîr ke kederan Dema dîlanê ye Bila şahî bibe jiyan Were were Bêxew hezar û yek şevan Dibêjin ew çîrokan Bêxew mîna Şehrazad newestiyan Difirim wek Sîmbad im Li ezmanan azad im Dinêrim li mirovên bask şikestiyan Bese ev stembarî Rakin ji ser xwe vî barî Bi hêz ji nû ava bikin Derkevin ji tengezarî Bes kedera sedsalan Paqij bikin hestiran Avabikin jiyanek nû Bi ken rizgar bikin dilan Were were Were were Bikene û were Dilê xwe veke Xeman, jê derxe Bikene ji dilan Jibîr ke kederan Dema dîlanê ye Bila şahî bibe jiyan Were were

Bêjebêje © 2015-2024