Serhat Ertuna
Efsûn
Şeveke tarî li ezmanan ji nav sitêrkên zêrin
Min dît delalek ji nav dilê hîvronê ket, hate ber derî
Di destên wê de şewqa rojê, tariya dilêm ronî kir
D`pêsîra wê de bayê sibê, agirê dilêm hênik kir
Şewqa dilê delalê dinya ronî kir
Bêhna gûlyên xezalê jiyan efsûn kir
Ji bin piyên delalê kulîlk dipişkivin
Ji mijankên xezalê perperîk difirin
Bi nêrîna delalê xweza nûjîn dibe
Ji`lêvên rengê gûl meya sor diherike