the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Serhat Ertuna

Ewr

Tû wek ewrek reştarî bihêrs dibarî Diherikî li kolanên nava vî bajarî Digerim li dilê te lê ne xuyayî Di nava ewran de ev dil wendayî Yarê were xewna min Bibare bikev dilê min Canê were xewna min Bikeve nav bihişta min Asê mam li nava xewnên giran Wenda me xewn bûne zindan Bitenê bêkesim li van kolanan Dipirsim nabînim li nava dilan Te xwe da ber rojê bi tariya ewran Dibarî li kolanên bêkes û serma Yarê were xewna min Bibare li ser dilê min Canê were xewna min Bikeve nav bihişta min Asê mam li nava xewnên giran Wenda me xewn bûne zindan

Bêjebêje © 2015-2024