the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Serhat Ertuna

Lîlan

Wek stranek evînî bi saz û aheng Diherikin newayên ji lêvên gulreng Bi lîlan û stran diljar bûm bi hest Wek sûlava şerabî min dikî sermest Porên te bi gul in, lêvên te şêrîn Awirên te wek tîr in, maçên te birîn Dikene bihar tê geş dibe evîn Ger diçe bi jarim dil tije birîn Wek agirê dojehê xwe li min digre Wek bayê sibehê min bi xwe'r dibe Ez bê te diljar im, xemgîn û bi êş Bê te roj tarîye li dil dibe reş

Bêjebêje © 2015-2024