the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Serhat Ertuna

Min Himbêzke

Li berbanga sibehek zu bihar bû dem yarê Şiyarbûm ez bi çavên dil zar û xem Wek geştiyarekî ber bi hêviyekî Wate darde li te digerim Her kû te nebînim bêhnek kêm distînim Bête kêmim xwe ji te pêktînim Min himbêzke bedewê Yara dermanê kezebê Payiz hat lez bike pel weriyan Xwerist evîn dive Min himbêzke bedewê Yara dermanê elemê Payiz hat lez bike dem qediya Xwerist evîn dive Ez li nav rezên te Fêkiyeki bê dendikim Her ku baran dibarê Ji reyen te xwe heyî dikim Wek geştiyarekî ber bi hêviyekî Wate darde li te digerim Her kû te nebînim bêhnek kêm distînim Bê te kêm im xwe ji te pêk tîn im Gotin û Mûzîk: Harun Ataman

Bêjebêje © 2015-2024