the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Serhat Ertuna

Perde

Stran û awaz li dilê min bûn hewar Li pişt perdê rûyê te bi reng, aheng û bihar Dibişkivin gulên sor ji nav xwîna dilê har Di nav xewnên spî de, ez digerim bêhişyar Di bin perdaya spî de şewq didin guliyên zerîn Wek bablîsokê xwe dipêçe li vî dilê xemrevîn Wekî tîrêjên heyvê ji nav ezmanan ew hat Ji vî dilê bêxwedî re, ew bûye xelat Ji bê rengiya emrê min re ew bûye xelat Li ber bêhna vê biharê digeryam ez li şopa te Ronya heyvê ya şevên reş dipirsim ez li evîna te Wek çemên ji ava zelal, te sarkir ev dilê germ Wek asimanên bê dawi hezkirina min her dem

Bêjebêje © 2015-2024