the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Serhat Ertuna

Xewnî Jûrekem

Ehat û pencere be çavî ew berom kirawe Le lêvya tamî zerd û bûnî payîzim nijawe Weko balindeyêkî bêgunah û pir letase Lenerm û kalî qijya, bêsebeb ebûm beşane Ehat û rêgakan leber mina obûr û xet bûn Herasî rûyîştinî ew ta hemîşe tirsî min bû Egerçî bêxeber berew xeter rêgam epêwa Bedestî xom lexom û xenwî jûrekem becê mam Eceb şewêkî tal û çend şeqamêkî reşim dî Lewê da tamî sext û bêwizey xeyanetim dî Ke pêkenînî nerim û hestî germî lêwekanit Exizaye destî zibrî ew, belam netbînî çîm lêhat Beqed dîwarêkî mandû roxan û rencim beser hat Îtir zevîn û pencer û perwane tamî çî bê Evîn û qîn û tase lay minî bêçare çî bê Kedest ekem berew diro, berew dûrûyî ew dêt Cehenemî dilî min ta ebed tawanî min bê Eger weres le xom û herçî cadey sefer bim Lewehşetî ewîna wek zewî weylanî rê bim Eger serim binême koşî pir leqînî mirdin Nagate ew şewey şeqamewe leto becê mam Gotin: Shaho Mahmoodi Muzîk: Roozbeh Mosleh

Bêjebêje © 2015-2024